"Heke Amerîka Iraqê terk bike 6 meh şûnda DEAŞê paşda were"

Barzanî daxuyanî da rojnamevanan û mijara ji Iraqê derxistina hêzên koalisyonê û Amerîkayê nirxand.

"Heke Amerîka Iraqê terk bike 6 meh şûnda DEAŞê paşda were"

 Mesûd Barzaniyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê yê berê got li dijî ji Iraqê derxistina hêzên Amerîkayê ne û heke hêzên koalisyonê ji Iraqê derkevin 6 meh şûnda DEAŞê ji berê hêzdartir paşda were welêt." 

Barzanî daxuyanî da rojnamevanan û mijara ji Iraqê derxistina hêzên koalisyonê û Amerîkayê nirxand.

Barzanî wiha axivî: "Ez di sala 2011an da jî li dijî bûm ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê werin derxistin. Heke hêzên Amerîkayê hebûna DEAŞê nikaribû artêşa Iraqê têk bibira û HKI tehdîd bikira. Heke hêzên koalisyonê ji Iraqê derkevin 6 meh şûnda DEAŞê ji berê hêzdartir paşda were welêt. Li Iraqê mayîna eskerên Amerîkayê girîng e."

Barzanî îdia kir ku Amerîka li dijî referanduma di cotmeha 2017an da li HKIyê hat kirin nebû, Washîngtonê paşê li cem rêveberiya Bexdayê cî girt û xeyalên wan serobino kir.

Serokê PDKyê wekî mayîn destnîşan kir ku Kerkûk di dagiriya eskerên Heşdî Şebiyê da ye û Kurd cuda tên dîtin û got, "Ew ê vê rewşa hetahetayî qebûl nekin."AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE