"Heke em nirxên Rojavayê bişopînin emê dîsa bibin mêtîngeh"

"Pêşketina li Tirkiyeyê ji ya Malezyayê baştir e. Ya ku vê pêk tîne jî mirovên Tirk in. Divê nifşên nû herin Tirkiyeyê, Tirkî hîn bibin, 10 salan li wir bixebitin û vegerin vir. Bi saya vê li Malezyayê guherîn wê çêbibe."

"Heke em nirxên Rojavayê bişopînin emê dîsa bibin mêtîngeh"

Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemed li eyaleta Melakkayê beriya roja serxwebûnê ya Malezyayê beşdarî pîrozbahiyên Roja Neteweyî bû û li meydana bajêr bangî xwendekaran kir.

"Heke em nirxên Rojavayê bişopînin emê dîsa bibin mêtîngeh"

Mahathîr got jiyan û nirxên rojavayê ji hêla civakan va tê pejirandin ku ev jî civakan bêesil dike û wiha axivî: "Di nav me da yên vê jiyanê dijîn hene. Heke em nirxên Rojavayê bişopînin emê dîsa bibin mêtîngeh. Ji ber nirxên Rojhilatê serfiraz bin."

"Pêşketina li Tirkiyeyê ji ya Malezyayê baştir e"

Serokwezîr Mahatîr got ew meha çûyî çûye ziyareta Tirkiyeyê û dîtiye ku Tirk jêhatî ne û wiha dewam kir: "Pêşketina li Tirkiyeyê ji ya Malezyayê baştir e. Ya ku vê pêk tîne jî mirovên Tirk in. Divê nifşên nû herin Tirkiyeyê, Tirkî hîn bibin, 10 salan li wir bixebitin û vegerin vir. Bi saya vê li Malezyayê guherîn wê çêbibe."

Mahatîr anî ziman divê ciwan her pirsgirêka welêt berpirsyar bin û wiha dewam kir: "Welatperwerî û rihê aîdiyetê divê di nav nifşê ciwan da bi cih bibe, lewra qerekterê wan wê di dahatûyê da bibe qerekterê gel."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE