"Heke min guh bida Bolton niha em di nav şerê dinyayê yê 5emîn da bûn"

Trump rexneyên tûj li Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Berê yê Qesra Spî John Bolton kir û wiha got: "Heke min guh bida wî ehmeqî niha em di nav şerê dinyayê yê 5emîn da bûn."

"Heke min guh bida Bolton niha em di nav şerê dinyayê yê 5emîn da bûn"

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Berê John Bolton wiha got: "Heke min guh bida wî ehmeqî niha em di nav şerê dinyayê yê 5emîn da bûn." 

Trump li Daytona bajarê eyaleta Ohîoyê ya ku ji hêla hilbijartina serokatiyê ya wê di 3yê mijdarê da çêbibe cihekî girîng e, bangî hilbijêrên xwe kir û axivî.

Trump rexneyên tûj li Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Berê yê Qesra Spî John Bolton kir û wiha got: "Heke min guh bida wî ehmeqî niha em di nav şerê dinyayê yê 5emîn da bûn."

Trump anî ziman hilbijartina serokatiyê ya wê di 3yê mijdarê da çêbibe ji bo dîroka welêt girîng e, ji bo reqîbê xwe Joe Bîden jî wiha axivî: "Heke Bîden hilbijartinê qezenc bike li hemberî namzedekî herî xirab ê dîrokê ezê di hilbijartinê da têk biçim. Bîden kurewîperestekî wisa ye ku naguhere, kurewîperest li derva man. Wan ev welêt mehf kiribûn."

-"Sala bê emê pandemiyê biqedînin"

Der barê şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da jî Trump got xebatên wan dewam dike û wiha pê da çû: "Di dawiya vê salê yan jî dî demeke zû da emê bibin xwedî aşiyeke bêhempa. Emê vê pandemiyê sala bê biqedînin."

Trump got di dema rêvebiriya xwe da wan kapasîteya eskerî ya welêt zêde kiriye û wiha got: "Niha F-35ên me hene. Hûn nikarin wan bibînin, ew veşartî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE