"Heke Rûsya (Ukraynayê) dagir bike NATO ji bo bersiv dayînê amade ye"

"Heke Rûsya (Ukraynayê) dagir bike NATO ji bo bersiv dayînê amade ye"

Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku heke Rûsya Ukraynayê dagir bike ji bo bersiv dayînê NATO amade ye.

Bîden û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Qesra Spî hatin bal hev.

Joe Bîden piştî hevdîtinê bi Scholz ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û ragihand ku di rojeva wan da gefên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê heye û ew ê li hemerî hewla Rûsyayê bi hevkarî tevbigerin.

Bîden destnîşan kir ku Amerîka tevlî hevalbendên xwe ji bo qeyrana Ukrayna û Rûsyayê bi rêyên dîplomatîk çareser bibe, dixebitin û wiha domand: "Heke Rûsya biryarê bide Ukraynayê zêdetir dagir bike (ji bo bersiv dayînê) bi hevkarî em amadene, hemû NATO amade ye."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE