"Heke Trump careke din bibe serok jî wê hesabê wî neyê vekirin"

Ned Segalê midûrê fînansê yê Twittera malpera parvekirinên civakî diyar kir ku heke Trump careke din bibe serok jî wê hesabê wî neyê vekirin.

"Heke Trump careke din bibe serok jî wê hesabê wî neyê vekirin"

Ned Segalê midûrê fînansê yê Twittera malpera parvekirinên civakî diyar kir ku qedexeya li ser hesabê Donald Trumpê Serokê berê yê Amerîkayê wê dewam bike û ragihand ku heke ew careke din bibe serok jî heman qedexe wê dewam bike.

CNBCya ku têlevizyoneke Amerîkayê ye bi Ned Segal ra hevpeyvîn kir û der barê girtina hesabê Trump ê Twitterê da jî pirsek kir û Segal jî got ku hesabekî ku bê girtin vekirina wî ne mimkune û ew qedexe payîdar e. 

Di axaftina xwe da Segal got: "Dema ji ber tevgereke nelirê heke hûn ji platformê bên avêtin dixwazî karmendek dewletê ji ber rêgezan destûr nayê dayîn ku hûn careke din daxil bibin."

Di 6ê Rêbendanê da alîgirên Trump bi ser Kongreya Amerîkayê da girtibûn û saziya medyaya civakî jî qedexeyên cidî danîbû ser hesabên Trump.

 Instagram û Facebookê jî qasî demekî hesabên Trump dan sekinandin lê Twitterê di 8ê Rêbendanê da daxuyanî da ku hesabê Serok awayek mayînde hat girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE