"Hemû berpirsiyariya encamên ku biryara dawî eleqedar dike, aîdê Rûsyayê ye"

Zelenskiy piştî biryara ku Rûsyayê qaşo komarên cihêxwazan nas kir, li ser medyaya civakî bangî gel kir.

"Hemû berpirsiyariya encamên ku biryara dawî eleqedar dike, aîdê Rûsyayê ye"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy li ser biryara Rûsyayê ya ku qaşo rêvebiriyên cihêxwaz nas kir wiha got, "Hemû berpirsiyariya encamên ku biryara dawî eleqedar dike, aîdê Rûsyayê ye."

Zelenskiy piştî biryara ku Rûsyayê qaşo komarên cihêxwazan nas kir, li ser medyaya civakî bangî gel kir.

Zelenskiy daxuyand ku kirina dawîn a Rûsyayê binpêkirina serwerî û yekparetiya axa welatê wan e û wiha dewam kir, "Hemû berpirsiyariya encamên ku biryara dawî eleqedar dike, aîdê Rûsyayê ye."

Zelenskiy diyar kir, naskirina cihêxwazan nasnekirina peymanên Minskê û biryarên Formata Normandiyayê ne û biryar hewildanên aştiyê balte dike.

Zelenskiy diyar kir, wan ji bo Civîna Çar Endamên Normandiyayê bangewaziya acil kir û ew li benda gavên bibandor ên partnerên xwe ne.

Zelenskiy got ku sînorên wan bi awayê herî baş tên parastin û ew li ser axa xwe ne û ji tu tiştî natirsin.

Zelenskiy daxuyand ku ew deyndarê tu kesî nînin û wiha dewam kir, "Em ê tiştekî nedin kesî. em ji vê emîn in. Lewra em ne di sibata 2014an, em sibata 2022yan da ne. Welatekî din, artêşeke din. Mebesta tekane li Ukraynayê aştî ye."

Zelenskiy daxuyand ku welatê wî pabendî çareserkirina siyasî-dîplomatîk e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE