Hemû dinya dipirse: "Cinazeyê Kaşikçi li ku derê ye"

Ji ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî ku ji bona kar û barên zewacê ketibû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û careke din derneketibû ra salek derbas bû lê pirsa cesedê wî li ku derê ye hê jî di rojevê da ye

Hemû dinya dipirse: "Cinazeyê Kaşikçi li ku derê ye"

Ji ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê rojnameya Washîngton Postê ku ji bona kar û barên zewacê ketibû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û careke din derneketibû ra salek derbas bû lê pirsa cesedê wî li ku derê ye hê jî di rojevê da ye.

Nivîskarê rojnameya Washîngton Postê Kaşikçi di 2yê Cotmeha sala 2018an da ji bona kar û barên zewacê çû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî lê û ji wir qet derneket.

Sala par di rojeva Tirkiye û dinyayê da bûyera herî zêde li serê hat sekinîn, hovane kuştin û ji holê rakirina cesedê Kaşikçi ya li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî, bû.

Di encama lêpirsîna hûrbijêr a şaxên edlî yên li Tirkiyeyê rayedarên Erebistana Siûdî kuştina Kaşikçi li xwe danîn lê pirsên wek çi bi cesedê wî hat, li ku derê ye û bi ku derê va hatiye birin hê jî nehatine bersivandin û mîna roja ewil di rojevê da ne.

- Rapora Neteweyên Yekbûyî: "Sûcê bizorêserwindakirinê di nav xwe da dihewîne"

Ji ser kuştina Kaşikçi ra salek derbas bû û di vê heyamê da tespît û agahiyên wek li ku derê û çawa hatiye kuştin derketin holê lê digel vê ji bo pirsên der barê cesedê wî li ku derê ye da tu awayek fermî tu daxuyanî nehat dayîn.

Raportora Taybet a Înfazên Kêfî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Agnes Callamardê di rapora der barê kuştina Kaşikçi amade kir da got ku şert û mercên kuştina Kaşikçi li gor "Peymana Dijî Êşkenceyê" ku Erebistana Siûdî îmze kiriye êşkence ye û ji ber ku cinaze hê nehatiye dîtin nîşan dide ku sûcê "bizorêserwindakirin"ê hatiye kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji roja ewil a kuştina Cemal Kaşikçi pê va lêkolîneke berfireh birêva bir. Îfadeyên xebatkarên Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî li dozgeriyê hatin hildan. Serdozgerê Erebistana Siûdî Sûûd Ma'cîb di 29ê Cotmehê da bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan ra li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê saetek û 15 deqîqeyî axivî.

Tirkiye û Erebistana Siûdî koma xebatê ya hevpar ava kirin û ekîbên Tirk û Siûd jî di çarçoveya xebata komê da çûn serkonsolosxaneyê, avahiya konsolosxaneyê û baxçeyê avahiyê kontrol kirin. Ji bo rayedarên Tirk destûr nehat dayîn ku ew di bîra avahiya serkonsolosxaneyê da lêkolînê bikin. Bi kamerayên robot va sereb û kuçeya Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî lê ye hat kontrolkirin.

- "Fetisandin, cesedê wî hûrhûrî kirin"

Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî bi destê tîma ji 15 kesan pêk tê ya tê da pisporên tipa edlî, îstixbaratkar, wezîfedarên ewlekariyê hebûn li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat kuştin û paşê cesedê wî hat parçekirin û li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriyê di daxuyaniya nivîskî ya li ser lêpirsînê da cî da hûrgiliyên kuştina Kaşikçi û got, "Keşikçi hatiye fetisandin, li gor pîlana pêşda hatiye kirin cesedê wî hatiye hûrhûrîkirin".

- Kujerê Kaşikçi îtiraf kir

Şelan eş-Şeylanê Berdevkê Serdozgeriya Komarê ya Erebistana Siûdî di 15ê mijdarê da li Riyadê di civîna çapemeniyê da encamên lêpirsînê parve kir. Şelanê berdevk diyar kir ku şikbarekî kamerayên li konsolosxaneyê xirab kiriye, cesedê Kaşikçi parçe kirine û ji konsolosxaneyê derxistine, resmê robot a hevkarê xwecî yê cesed teslîm hildaye bi dest xistine û ji 21 şikbarî ji bo 11 kesan sûc hat îsnadkirin û dosye şandin mehkemeyê.

Dîmenên dibêjin pişt kuştina Kaşikçi cesedê wî dibin rezîdansa konsolosxaneyê rayê didin di 30yê tebaxê da di hin ezayên medyayê da hatibûn weşandin.

Meqamên fermî ji raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê ra îlan kirin ku "Cemal Kaşikçi li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat fetisandin û cesedê wî hat parçekirin" piştî vê agahiyê hetanî nika xêncî îdia û texmînan daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

- Gelo bi asîtê helandin

Hin îdiayên wisa hatin kirin wekî ekîba ku Kaşikçi înfaz kir, piştî ku cesed perçe perçeyî kirin, asît berdan ser, helandin û birin Erebistana Siûdî û herwiha li wê derê jî li ciyekî diyarkirî veşartin an jî şewitandin û serwindakirin. Her ku wext derbas bû, pirsa ka cesedê Kaşikçi li ku derê ye, da pêşiya daxuyaniyên li ser cinayetê. Lêpirsîna wendabûna Kaşikçiyê ku bi daxuyaniyên peywirdarên Siûdî û bi daxuyaniya Qesra Spî ya Amerîkayê ya 20ê Cotmeha 2018an va mirina wî hat piştrastkirin, vegeriya lêpirsîna cinayetê û êdî ew yek hat pirskirin ku ka cesedê wî li ku derê ye. Aktîvîst, nivîskar û rojnamagerên ji nijadên cuda ên ku bi kuştina Kaşikçi ra eleqedar dibin, pirsa ku herkes bersiva wê meraq dike, pirs kirin: "Cesed li ku derê ye?"

- "Wesiyet kiribû ku li Medîneyê were definkirin"

Mitefekir û akademîsyenê Misrî Seyfedîn Ebdulfetah 20ê Cotmeha 2018an helwesta Erebistana Siûdî ya li ser bûyera Kaşikçi rexne kir û pirsên, "Erebistana Siûdî çima çendîn caran kuştina Kaşikçi înkar kir? Cesedê mêrik li ku derê ye? 'Çîroka Şer' ku bû sedema mirina wî ya ku du hefte piştî wendabûna wî derket holê, çima bi derengî ket?" kirin. Rojnamegerê Sûriyeyî Musa Omer jî pirsa, cesedê Kaşikçi ka li ku derê ye, kir û da bibîrxistin ku wesiyet kiribû ku li Medîneyê were definkirin.

Ji xeynî malbat û hezkiriyên wî, raya giştî jî li benda wê yekê ne ku cesedê Kaşikçiyê ku di 60 saliya xwe da hovane hat kuştin, were dîtin û were definkirin.

- "Bi rûmet definkirin heqê Cemale jî"

Serokê Komeleya Çapemeniyê ya Tirk-Ereb Turan Kişlakçi jî diyar kir ku Kaşikçi zilamê komekê û rêxistinekê nebû ew bi tenê rojnameger bû. Kişlakçi wiha axivî:

"Daxwaza zarok û malbata Kaşikçi bi tenê qebrek e. Daxwaza dostên wî jî ev e. Bila cinazeyê wî bidin me. We îtiraf kir, êdî em dizanin ku we ew kuştiye. Cesedê wî bidin me."

Dostên Kaşikçiyê rojnamevan û gelek aktîvîst li deriyê Balyozxaneya Londonê ya Erebistana Siûdî kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Dostên Kaşikçi xwestin ku berpirsyarên cinayeta Kaşikçi bên cezakirin.

Dîrektorê Mîddle East Monîtorê Dawud Ebdillah 30ê cotmehê daxuyanî dabû û ciyê cinazeyê Kaşikçi, ji rêvebirên Erebistana Siûdî pirs kiribû û wiha gotibû: "Bi rûmet definkirin heqê Cemale jî."

Destgirtiya Kaşikçi Hatîce Cengîzê jî daxuyanî da çapemeniya Amerîkayê û got ku ew hê nizanin ka cinazeyê Kaşikçi li ku derê ye û wiha axivî: "Di vê mijarê hê tu daxuyanî nehatin dayîn. Hê ji tu merasima cinaze nehat kirin. Ev di Îslamê da nayê qebûlkirin."

Berpirsyarê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Mihemed Ebu Necîle bangî Erebistana Siûdî kir û wiha got: "Cesedê Kaşikçi ka li ku derê ye, bibêjin."

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva Robert Palladîno li wezaretê brîfînga ji çapemeniyê ra girtî li dar xist û der barê cinayeta Kaşikçi da daxuyanî da.

Palladîno bangî birêvebiriya Erebistana Siûdî kir û got ku "Amerîka dibêje ku divê cihê cesedê Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî bê tespîtkirin û ji bo di demeke kurt da bê binaxkirinê bidin malbata wî."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 2yê Mijdara 2018an da di rojnameya Washîngton Postê da der barê kuştina Cemal Kaşikçi da maqaleyek nivîsî. Erdogan di maqaleyê da gotibû gelek pirs hene ku Erebistana Siûdî bersivê bide wan û wiha nivîsîbû: "Ji ser kuştina Kaşikçi ra 2 meh derbas bûn. Divê cesedê wî êdî derxin û li gorî usulên Îslamî veşerin. Ev heqê Kaşikçi ye."

Kurên Kaşikçi Salah û Ebdullah Kaşikçi di 5ê Mijdara 2018an da daxuyanî dabûn CNNa kanala Amerîkayê û wiha gotibûn: "Heta cesedê bavê me nedin, malbata me nikare şînê bike û ser bûyerê bigre."

Ji bo Cemal Kaşikçi di 16ê Mijdara 2018an da li Mizgefta Fatîhê nimêja cinazeyê ya xiyabî hatibû kirin.

Polêsan di 26ê Mijdara 2018an da jî li Termala navçeya Yalovayê di vîllayeke li gundê Samanliyê ji ber kuştina Kaşikçi lêgerîn kirin. Bîrên avê û tendurên li vîllayê bûbûn sedema şikê.

Heta niha bi tenê Midûriya Ewlehiya Stenbolê der barê aqûbeta cinazê Kaşikçi da daxuyaniyeke fermî da. Par di meha sibatê da raporek hat weşandin, li gor wê raporê der barê cesedê wî da hin pirs hatin pirsîn û hewl hat dayîn ku bersiva wan bê dayîn.

Di raporê da hat gotin li avahiyê Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê 2 bîrên avê û tendureke bi xaza siruştî û daran va tê vêxistin heye. Hat gotin heke ev tendur bi agirekî germahiya wê heta hezar pileyî dikare bê zêdekirin va bê vêxistin û cesedê kesekî di vê tendurê da bê şewitandin misqalek DNAya wî cesedê jî namîne.

Hat gotin roja cinayetê tîmeke înfazê ya ji 15 kesan pêk tê ketiye serkonsolxaneyê. Di nav wan da Yarbay Salah Mihemed A. Tubaîgyê 47 salî yê ku lîsansa xwe ya bilind li ser "Analîza DNAyê ya ku ji hestiyan tê çêkirin" xilas kiriye jî heye ku ew Pisporê Tipa Edlî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Siûdî da dixebite. Raporê daxuyand Tubaîgy pispor e ku jê derxe ka li ser hestiyên xirab bûne an jî hatine şewîtandin DNA mane an na.

Di raporê da hat gotin li gor lêkolînê tîma înfazê ya ku Kaşikçi kuşt piştî kuştînê ji xwaringehekê 23 porsiyon goştê nepijyayî xwest ku ev hin pirsan tîne hişê mirov.

Hat gotin "gelo di tendurê da pijandina goşt perçeyek ji plana wan bû? Helbet ev pirs wê bên bersivandin, lewra lêkolîn hê negihîştiye encamekê."

Îdiayên ku cesed di firûnê da hatiye şewitandin û bi awayekî taybet hatiye helandin

Li gor hin nûçeyên ku heta niha di medyaya dinyayê û ya Tirkiyeyê da hatin weşandin, piştî kuştinê cesedê Kaşikçi perçe kirine û kirine torbeyan, ew torbe birine mala ku Serkonsolosê Siûdî lê dijî, di firûnên mezin ên baxçeyê vê malê da hatiye şewitandin, li mala konsolos asîta hîdroflorîk û bermahiyên kîmyewî yên taybet hatin dîtin, li gor delîlan bedena Kaşikçi bi temamî hatiye tunekirin.

Li gor hin xeberên ku li ser aqûbeta cesed hatin çêkirin, ji kanalîzasyona avahiya serkonsolosxaneyê mînak hatin hildan û li ser mînakan lêkolîna tiba edlî hat kirin, li gor lêkolînê cesedê Kaşikçi bi kîmyasalên taybet helandine kirine mînanî avê û ew jî rijandine kanalîzasyonê û bi temamî tune kirine.

Li gor hin nûçeyan jî tîmê kuştinê yê Siûdî piştî ku Cemal Kaşikçi xeniqandiye, ji bo ku xwîna wî bimeyê bi şiringeyê derzî kiriye. Li gor îdiayê ji bo ku xwîna wî nerije konsolosxaneyê û nebe delîl ev hatiye kirin. Hat îdiakirin ku piştî ku derzî lê xistine û şûnda cesed hatiye perçekirin, Siûdiyan bi madeyên kîmyewî cesed tune kirine.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE