Hemasê îdiaya "ligel israilê peymanek 6 mehî" red kir

Hemasa ku li Şerîda Xezzeya di bin eblûqeyê de rêveberiyê dike, red kir ku digel Îsraîlê peymaneke 6 mehî çêbibe...

Hemasê îdiaya "ligel israilê peymanek 6 mehî" red kir

Hemasa ku li Şerîda Xezzeya di bin eblûqeyê de rêveberiyê dike, red kir ku digel Îsraîlê peymaneke 6 mehî çêbibe.

Berdevkê Hemasê Fewzî Berhum li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û wiha got, "Nûçeyên di çapemeniyê Îsraîlê de ku dibêjin digel Hemasê heta 6 mehan agirbest kirine rast nîn in."

Berhum tekezî li wê yekê kir ku tenê dema Îsraîl bibe pabendê hemî peymanan dê agirbest çêbibe.

Kanal 12ya televizyona Îsraîlê ragihandibû ku bi navgîniya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Misrê di navbera Hemas û Îsraîlê de agirbesteke 6 mehî hatiye kirin.

4-5ê gulanê di encama êrîşên Îsraîlê yên dijî Şerîda Xezzeyê de, 2 ji wan ducanî 3 jin û 2 bebek jî di nav de bi giştî 25 Filistînî şehîd ketibûn û 150 Filistînî jî birîndar bûbûn.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Gulan 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE