Hemas ji bo hilbijartinên giştî amade ye

Tevgera Hemasê diyar kir ku li Filistînê ji bo hilbijartina seroktî, qanûndanîn û konseya neteweyî amade ye

Hemas ji bo hilbijartinên giştî amade ye

Tevgera Hemasê diyar kir ku li Filistînê ji bo hilbijartina seroktî, qanûndanîn û konseya neteweyî amade ye.  

Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê da hat diyarkirin ku Mehmûd Ebasê Serokê Filistînê li Lijneya Giştî ya 74an a Neteweyên Yekbûyî axivî û ji bo li Quds, Xeze û Şerîeya Rojava hilbijartina giştî were kirin bang kir û Hemas bersiva erênî dide bangê.

Di daxuyaniyê da bang kirin ku ji bo di hilbijartinê da bi ser bikevin dibê gavên lazim dikin werin avêtin, li dijî tehdîdên mewcud û Peymana Sedsalê di hemû xebat û hewlan da li hev bikin û ev mecburiyeteke neteweyî ye.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin li bendê ne ku Ebas ji pêvajoya peymanê ya bi Îsraîlê ra vekişe, ev daxwaza hevpar a Filistînê ye.

Ebas duh di Lijneya Giştî ya NYyê da axivîbû û îlan kiribû ku dema ji New Yorkê vegere Filistînê ew ê ji  bo hilbijartinê bang bike.AA

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE