Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye daxuyand wan civîna veşartî ya ku Amerîkayê teklîfî wan kir, qebûl nekir.
Heniye daxuyanî da televizona Lubnanê ya El Meyadînê û wiha got: "Me teklîfa Amerîkayê ya ku dixwaze bi me ra civînên veşartî bike ji ber sedema rêvebiriya Washîngtonê dikare vê yekê wek rîwayet bi kar bîne, qebûl nekir."
Heniye got Amerîka dixwaze bibêje piştî hevdîtinên veşartî yên bi Hemas û komên Filistînî ra qaşo peymana aştiyê hatiye eşkerekirin.
Peymana aştiyê ya Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 28ê çileya paşîn da li Qesra Spî bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ra civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistibû û qaşo peymana aştiyê ji raya giştî ra eşkere kiribû.
Trump gotibû Quds wê wek paytextê Îsraîlê bê qebûlkirin, ev plan ji bo dewleta Filistînê û Filistîniyan şansê dawîn e.
AA