Tevgera Hemasê diyar kir ku mutebaqata di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokê Îtifaqa Şîn-Spî Benny Gantz da ya ji bo avakirina hikûmetê dê wan netirsîne.
Berdevkê Hemasê Fewzî Berhum daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Ji hikûmeta ku dê Netanyahu û Gantz ava bikin, ji ajandayên wan ên radîkal ên ji bo xesbkirina mafên gelê Filistînê, îlhaqkirina axê û avakirina dewleta cihûyan natirsin."
Berhum ragihand ku "bloka" nû ya ku li Îsraîlê hat avakirin divê li ser bingeha "berxwedana dijî dagirkirinê û parastina mafên gelê Filistînê" Filistîniyan ji bo pêşxistina stratejiyeke neteweyî dehf bide û destnîşan kir ku bi Îsraîlê ra îmzekirina aştiyê tenê "firotina xeyalan" e.
Di çapemeniya Îsraîlê da duh nûçeyên dibêjin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokê Meclisê Gantz ji bo ku "hikûmeta yekîtiya acîl" ava bikin peymana hewce îmze kirine, cî girtibû.
Serokwezîr Netanyahu û Serokê Îtifaqa Şîn-Spî Benny Gatz berî niha di çarçoveya mizakereyên hikûmeta yekîtiyê da li ser mijara îlhaqa Geliyê Urdinê û Şerîeya Rojava di tîrmehê da li hev kiribûn.
AA