"Herekata Kaniya Aştiyê wê li herêmê aştî û aramiyê pêk bîne"

Berdevkê Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê: Herekata Kaniya Aştiyê wê li herêmê aştî û aramiyê pêk bîne

"Herekata Kaniya Aştiyê wê li herêmê aştî û aramiyê pêk bîne"

Berdevkê Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê Mudar Esed got Herekata Kaniya Aştiyê wê li herêmê aştî û aramiyê pêk bîne, bi saya herekatê sivîlên bi zora YPG/PKKya rêxistina terorê koç kirine wê vegerin malên xwe.

Esed daxuyand ku Herekata Kaniya Aştiyê ji bo yekîtiya Sûriyeyê biparêze hatiye destpêkirin û eşîrên Sûriyeyî piştgiriyê didin herekatê.

Esed wiha behsa herekatê kir: "Herekata Kaniya Aştiyê ya ku gelê Sûriyeyê demeke dirêj e dixwest çêbibe sembola aştiyê ye. Bi saya herekatê yên bi zora rêxistina terorê koç kirine wê vegerin malên xwe. Herekata Kaniya Aştiyê ji bo pêkanîna aştî, aramî û kêmkirina rageşiyê hatiye destpêkirin."

Esed got YPG/PKKya rêxistina terorê cihên dagirkirî li hemberî sivîlên ji nijadên cuda ne qetlîaman dike, ji bo nifûsê herêmê biguherîne bi hezaran malbatan ji cih û warên wan dike.

Heqên ji hêla rêxistinê va hatine binpêkirin

Berdevkê Meclisa Eşîran Esed got li herêmên ku ji hêla YPG/PKKyê va hatine dagirkirin 2 milyon sivîl bi zor û gefxwarinan ji cihên xwe bûne û wiha dewam kir: "250 hezar sivîlên Kurd ên ji Sûriyeyê koç kirine, xwe spartine Iraq û Tirkiyeyê. Dema ku herêm ji rêxistinê hat paqijkirin mirovên ji cih û warên xwe bûne wê vegerin malên xwe. Wek meclisa eşîran em bi eşîrên li Sûriyeyê ra axivîn. Gelekan ji me ra gotin ew ji bo hevkariyê amade ne. Me ji wan ra got zorê bidin rêxistinê û ji nav refên wê derkevin."

Esed got hin welatên Ereb piştgiriyê didin YPG/PKKyê û wiha pê da çû: "Şûna alîkariya çek û lojîstikê ya ji bo rêxistinê divê wan şîr, nan, av û derman bidana sivîlên li binê darên zeytûnan ên li ser sînor, Heleb û Îdlibê."AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE