Hereketa Kaniya Aştiyê bi kêrî bazirganiya herêmê hat

"Bazirganî tê kirin, em him mal distînin û him jî dişînin. Înşeallah di pêşerojê da em ê vê çêtir bikin.

Hereketa Kaniya Aştiyê bi kêrî bazirganiya herêmê hat

 Deriyên sînor ên li Til Ebyad û Resuleyna navçeyên Sûriyeyê ku bi saya Herketa Kaniya Aştiyê ya Hêzên Çekdar ên Tirk par di 9ê Cotmehê dan destpêkirin da vebûn ji bo bazirganiya di navbera herdu aliyan da jî bi kêr hat.

Li hemberî Eqçeqeleya navçeya Şanlıurfayê ji alî Sûriyeyê va Til Ebyad û li hemberî Ceylanpinara navçeya Şanlıurfayê jî ji alî Sûriyeyê navçeya Resuleynê heye û deriyên sînor ên di navbera van navçeyan da bi salane wek pire ne.

Deriyên sînor ên xwedî girîngiyeke taybet in ji destpêka şerê Sûriyeyê ku di sala 2011an da dest pê kir û heta niha gelek caran ket bin kontrola hin kesan.

Herêm herî dawîn ketibû bin kontrola YPG/PKKya rêxistina terorê û ew der bi saya Herketa Kaniya Aştiyê hatibûn rizgarkirin.

Li Til Ebyad û Resuleyna bi saya Tirkiyeyê jiyane rojane lê dewam dike deriyên sînor jî vekirî ne û ji bo bazirganiyê tên bikaranîn.

Deriyên sînor ên ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî û bazirganîkirinê vekirî ne gelekî bi kêrî aboriya herêmê hatin.

 "Bazirganiyê pêşeroja herêmê guhert"

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şanliurfayê (ŞUTSO) Îbrahîm Halîl Peltek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rêjeya bazirganiya di navbera Riha û Sûriyeyê da demekê gihîştibû ji sedî 500î.

Peltek şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dewam dike bi bîr xist û got ku ji ber wê di qada bazirganiyê da kêmasî gelek çêbû lê piştî Hereketa Kaniya Aştiyê û vekirina deriyên sînor ê di navbera herdu welatan da bazirganî hêdî hêdî pêşva diçe.

Peltek diyar kir ku qerebalixiya aboriyê ew ê tevkariyê bide Şanliurfayê û wiha axivî: "Nika danûstana dualî tê kirin, em hem amûran dikirin hem jî difroşin. Înaşellah em ê vê hê jî pêş bixin.

Mehmet Yalçinkayayê Şaredarê Eqçeqeleyê jî diyar kir ku vekirina deriyê sînor tevkariyeke mezin da aboriya bajêr.

Yalçinkaya got ku li derî qerebalixiyeke girîng çêdibe û wiha pê da çû: "Rojê 200-250 wesayît diçin û tên. Li herêmê ewlehî heye, îtxalat û îxracat heye. Hewcedariyên gelê li Sûriyeyê dijî tên dîtin. Gelê li herêmê ji vê bazirganiyê feydeyê dibîne. Bazirganiyê pêşeroja herêmê guherand. Înşaellah bazirganiyê zêde bibe û dewam bike."

 "Tesîra vekirina derî xanê kir"

Omer Pîşîrîciyê esnaf jî got hetanî vir salekî berê li Til Ebyadê rêxistina terorê hebû û îmkan tunebû ku bazirganiyê bikin.

Pîşîrîcî got piştî herêm ji terorê hat paqijkirin deriyê sînor hat vekirin û hêdî hêdî bazirganî zêde bû û wiha pê da çû: "Salên berê derî vekirî bû û ji bo bazirganiya esnafan kêr dihat. Hêviya min ew e ku ji vê şûnda jî bazirganî zêde be û em vegerin rojên berê."

Abdurrezzak Buyukaslanê esnaf jî got ji ber ku herêm ji terorê hat paqijkirin gelekî şa bûn û wiha axivî: "Bi vekirina derî em zêde kêfxweş bûn. destpêkirina bazirganiya sînor esnaf menûn kirin. Bazirganiya li deriyê sînor feydeyê dide hemû herêmê. Hêviya me ew e deriyê sînor wekî berê tevkariyê bide hem merivên li Sûriyeyê hem jî yên li Tirkiyeyê. Tesîra vekirina derî xanê kir, temeniya me ew e ku ji vê hî baştir be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE