Herêma Kaniya Aştiyê ji bo sivîlan bû cihekî ewle

Sivîlên herêmê di salvegera Herekata Kaniya Aştiyê da hest û fikrên xwe ji nûçegihanên AAyê ra gotin.

Herêma Kaniya Aştiyê ji bo sivîlan bû cihekî ewle

Li Tel Ebyad û Resûleyna navçeyên Sûriyeyê yên bi Herekata Kaniya Aştiyê va ji terorê hatibûn paqijkirin niha ji bo sivîlan bûye cihekî ewle, ew ji ber vê aştî û aramiyê kêfxweş in.

Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ASA) li bakurê Sûriyeyê li hemberî YPG/PKKya rêxistina terorê Herekata Kaniya Aştiyê kiribûn ku salek ji ser ra derbas bû.

Navçeyên Tel Ebyad û Resûleynê ji terorîstan hatin paqijkirin bi hezaran sivîl zivirin malên xwe û niha di nav aramiyê da dijîn.

Sivîlên herêmê di salvegera Herekata Kaniya Aştiyê da hest û fikrên xwe ji nûçegihanên AAyê ra gotin.

- "Li hemberî hemû zehmetiyan em niha di nav aramiyê da ne"

Cotkar Ebû Merveyê li bajaroka Hemam Tirkmenê ya li ser Tel Ebyadê dijî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê rewşa aram anî ziman û wiha axivî: "Li hemberî hemû zehmetiyan em niha di nav aramiyê da ne. Me ber û berheman îxracî Tirkiyeyê kir. Em hewcedariyên xwe yên çandiniyê jî ji Tirkiyeyê temîn dikin.

- "Emê li navçeya xwe bijîn, em bibiryar in"

Ehmed Xelîlê li navçeya Resûleynê bi firotina parfûmê debara xwe dike jî wiha got: "Me kepengên xwe vekir. Bazar her ku diçe geş dibe. Li hemberî sivîlên bêguneh êrîş tên kirin lê dîsa jî em em bibiryar in ku li navçeyê jiyana xwe bidomînin. Di dahatûyê da bazirganî wê baştir bibe, baweriya me bi vê heye."

- Esnaf ji ber rewşê kêfxweş e

Salih Hamdanê li Tel Ebyadê bi firotina sebzeyan debara mala xwe dike jî bal kilande rewşa bazaran û wiha axivî: "Li her derê Tel Ebyadê xêr û bereket heye. Li bazaran qerebalix heye û qet kêm nabe. Şikir."

Mihemed Wasilê li Tel Ebyadê kebabçîtiyê dike jî got herêm pêşva diçe û wiha axivî: "Navçeya Tel Ebyadê gihîşt gelê xwe. Bazar qerebalix in. Xelk dîsa gihîşt axa xwe. Li herêmê îstiqrar heye û rewş pir baş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE