Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Qubad Talebanî ragihand ku digel hikûmeta Bexdayê li ser budceya 2021ê ya herêmê li hev kirine.
Talebaniyê ku bi heyeta digel xwe bi mebesta danûstanên bi hikûmeta navendî re li Bexdayê ye, di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku derbarê budceya 2021ê ya herêmê li hev kirine.
Cîgirê Serokwezîrê HKIyê Talebanî daneket ser hûrgiliyên peymanê û anî ziman ku hê Bexdayê para HKIyê ya budceyê eşkere nekiriye û dê heta dawiya salê li benda bersiva vê mijarê bin.
Heyeta Kurdistanê bi serektiya Qubad Talebanî ji 9ê berfanbarê ve li Bexdayê digel rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê hevdîtinan li dar dixe.
AA