Hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo çalakiya bi kêrî PKKya rêxistina terorê dihat û wê li wîlayeta Duhokê bihata kirin, destûr neda.
Li gor agahiyên di çapemeniya herêmî da cih girt komeke li Duhokê hat cem hev, xwest ku operasyonên Tirkiye li Iraqê dibe ser PKKyê protesto bike.
Hêzên ewlehiyê ji bo çalakiya provakatîf destûr nedan û bi hinceta "hizûra bajêr xera dikin" jî Berpirbirsê Tevgera Goranê yê Duhokê Hecî Rekanî û 7 endamên Goranê jî di nav da bi tevahî 25 kes hatin binçavkirin.
Cîgirserokê Koma Tevgera Goranê Elî Hama Salih jî daxuyaniya nivîskî weşand û xeberên der barê binçavkirina endamên partiyê da piştrast kir.
Der barê bûyerê da ji rêvebirên HKIyê daxuyanî nehat dayîn.
Komeke alîgirên PKKya rêxistina terorê pêr di ser baregeha eskerî ya Artêşa Tirkiyeyê ya li bakurê Iraqê da girtibûn û zirar û ziyan qewimîbû.
AA