Herêma Kurdistanê ji koalîsyona navneteweyî xwest ku bila PKK Şengalê biterikîne

Herêma Kurdistanê ji koalîsyona navneteweyî xwest ku bila PKK Şengalê biterikîne

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji koalîsyona navneteweyî ya pêşeng Amerîkaye xwest ku bila PKKya rêxistina terorê ji Şengala navçeya Mûsilê derkeve.

Ji Serokwezîriya Herêma Kurdistanê daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Fermandarê Operasyonên Taybet a Iraq-Sûriyeyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Will Beaurpere ra hat bal hev.

Di hevdîtinê da li ser mijarên wek rewşa herêm û Iraqê û girîngiya kordînasyona di navbera Pêşmerge û hêzên koalîsyonê da hat sekinîn û hat gotin ku ji ber gefên mensûbên DEAŞa rêxistina terorê piştevaniya ji Pêşmergeyan ra tê kirin wê bidome.

Serokwezîr Barzanî jî di axaftina xwe ya bi Beaurpere ra kir da got: "Ji bo ku Herêma Kurdistanê bikaribe hemû têkoşîna xwe li hemberî hêzên terorê bibe serî lazim e hêzên çekdar ên dereqanûnî ji ser axa wê vekişin û ji bo ku li herêmê jî îstiqrar ji nû va bê bicîkirin û kesên ji cî û warê xwe bûne bikaribin vegerin ser mal û milkên xwe divê Peymana Şengalê bê sepandin û milîsên çekdar ji herêmê vekişin."

Beaurpere jî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka û hêzên koalîsyonê şirîkekî girîng e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 9ê Berfanbarê da daxuyanî da û got: "Em li bendê ne ku Peymana Şengalê bê sepandin lê hê jî tu sepandinek neketiye rewacê. PKK û tu hêzêke girêdayî wê ji Şengalê derneketine. Bi tenê ji bo çend saetan cil û berg guhertin û vekişîn Çiyayê Şengalê û paşê dîsa paşve vegeriyan. Hejmara wan jî zêdetir bû."

- Peymana Şengalê

Di navbera Bexda û Hewlêrê da di cotmehê da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê PKKya rêxistina terorê wê ji herêmê bihata derxistin.

Piştî peymanê rêveberiya Bexdayê hêzên polêsan li herêmê bi cî kir û dosyayên ewlehiyê hilda bin kontrola xwe.

Iraq her çiqas bibêje ku peyman tê sepandin jî PKK li herêmê hebûna xwe didomîne û pirsên wek PKK dema derkeve wê bi kê derê va biçe û bi çi awayî û çawa derkeve jî bê bersiv in. Ji tiştên balê dikşîne yek jî ev e ku meqamên fermî yên Iraqê heta îro di vê mijarê da tu daxuyanî nedan û neweşandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE