Herêma Kurdistanê ragihand civîna asayîbûna ya bi Îsraîlê ra helwesta hikûmetê nîşan nade

Herêma Kurdistanê ragihand civîna asayîbûna ya bi Îsraîlê ra helwesta hikûmetê nîşan nade

Wezareta Karên Navxweyî ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku ew civîna naveroka wê bi Îsraîlê ra asayîbûn bû bêyî agahiya hikûmeta HKIyê hatiye kirin û ragihand der barê civînê da gavên hewce dikin wê bên avêtin.

Wezareta Karên Navxweyî ya HKI der barê civîna bi Îsraîlê ra asayîbûnê da ku duh li Hewlêrê hat kirin da daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku civîn bêyî haya hikûmeta HKIyê hatiye kirin û tu naverokeke wê civînê helwesta hikûmeta HKIyê nîşan nade. Hat gotin ku der barê civînê da jî gavên hewce dikin wê bên avêtin.

Hikûmeta Iraqê jî diyar kiribû ku ew civînên naveroka wê asayîbûna bi Îsraîlê ra ne tên kirin red dike.

Duh li Hewlêrê komeke tê îdiakirin endamên eşîran e xwestibûn ku bila Iraq jî mîna hin welatên Ereb bi Îsraîlê ra li hev bê û tekilî dayne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE