Herêma Kurdistanê ragihand ku PKK ji ser welatiyên Ewropayê ra dixwaze li herêmê bêaramiyê derxe

Herêma Kurdistanê ragihand ku PKK ji ser welatiyên Ewropayê ra dixwaze li herêmê bêaramiyê derxe

 Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku PKKya rêxistina terorê bi navê "Koma Aştî û Azadiyê" hin kesên xwedî pasaporta welatên Ewropayê bi armanca serobinkirina aramiyê şand herêmê.

Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê li hemberî planên PKKya ku di demên dawîn da êrîşên li hemberî Pêşmergayan zêde kirin daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku PKK her tim ji bo mudaxeleyî kar û barên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bike û rê li bêaramiyê veke hewl dide. Hat destnîşankirin ku PKK bi piştevaniya komeke ji nav welêt a wek destiyê bivir ê ji darê bi navê "Koma Aştî û Azadiyê" hin kesên xwedî pasaporta welatên Ewropayê bi armanca bikaranîn û serobinkirina aramiyê şand herêmê.

Di daxuyaniyê da bi taybetî hat gotin ku ji bo parastina aramiya Hewlêrê kar xebatên cidî wê bên kirin û bi tu hincetekê jî wê destûrê nedin kes û komên dixwazin zirarê bidin aramiya Hewlêrê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku heke armanca wan koman bi rastî jî aştî û aramî be bila berê xwe bidin Qendîlê lewra sedema bêhizûrî û provakatoriya şer ew der bi xwe ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE