Herêma Kurdistana Iraqê 43 hezar û 800 doz aşiya AstraZenecayê teslîm hilda

Herêma Kurdistana Iraqê 43 hezar û 800 doz aşiya AstraZenecayê teslîm hilda

Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da wan 43 hezar û 800 doz aşiya AstraZenecayê ya di çarçoveya bernameya bi pêşengiya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê hatibû şandin, teslîm hilda.

Daxuyanî ji alî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî va ji ser hesabê Twitterê hat dayîn.

Barzanî di peyama li ser hesabê xwe yê Twittterê weşand da ragihand ku 43 hezar û 800 doz aşiya AstraZenecayê ya ji Bexdayê hat wê di çarçoveya plana belavkirinê da li gorî koman bê sepandin.

Ji Îngiltereyê 336 hezar soz aşiya AstraZenecayê ya hatibû şandin duh gihîştibû Bexdayê.

Di çarçoveya "Bernameya Xwegihandina Kurewî ya Aşiyên Kovîd-19ê (COVAX)"ê da tê payîn ku heta dawiya sala 2021ê ji sedî 20ê nifûsê Iraqê bê aşîkirin.

Herêma Kurdistana Iraqê di 2yê Adarê da jî ragihand ku wan ji aşiya Kovîd-19ê ya Çînê bi diyarî dabû Iraqê jî 5 hezar doz hildane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE