Lı Sûrıyê, li herêmên ku artêşa Tirkiyê rizgar kirin aramî û ewlehî heye. Tirkiyê, ji bo zarok nekevin destê rêxistinên terorî li Cerablus, Efrîn û El babê dibistan vekirin û qadên futbolê saz kirin. Zarokên binxetê wê ne bi şer, bi futbol û xwendinê rabin…
Tevgera Mertalê Feratê di sala 2016an de, bi hevkariya Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriya Azad dest pê kir. 2 hezar û 55 kîlomêtro ji terorîstên DEAŞê hatin azadkirin.
Herêma Mertala Feratê bû herêmeke ewle û aram a Sûriyê.
Şêniyê herêmê hin bi hin vedigere cihê xwe. bi hatina kesên barkirî, nifûs zêde dibe.
Herêma azad bi alîkariya Tirkiyê ji perwerdeyê heta tenduristiyê di gelek waran da pêş ve diçe.
Midûriyeta Spor û Xizmetên Ciwanan a Kilisê li El Babê ji bo zarokan park û qadên futbolê çêkirin
Zarok û xortên Ereb, Tirkmen û Kurd ji lîstika gogê pir hezdikin. Xewn û xeyalên wan ew e ku di tîma Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaşê de futbolê bilîzin.