Herêma rojhilatê firatê aram e

Gelê Serêkaniyê bi kêfxweşî vegeriya ser mal û milkên xwe...

Herêma rojhilatê firatê aram e

Li Rojhilatê Firatê deverên ku hêzên çekdar ên Tirkiyê ji terorê rizgar kirin pak û aram bûn. Piştî operasyona kaniya aştiyê 43 hezar kes vegeriyan bajarê serêkaniyê. Bi vekirina kargeh û xizmetên tirkiyê bajar her ku diçe geş dibe.

Ev der cihên azadkirî yên li Rojhilatê Firatê ne, malbat bi tevî zar û zêçên xwe bi ewle li kolanan digerin.

Bajarê Serêkaniyê bi operasyona kaniya aştiyê ji YPG/PKKê hat rizgarkirin.

Li kuçe û kolanên Serêkaniyê şopên terorê tên paqijkirin, tunelên ku nû hatine tespîtkirin bi makîneyên kar hatin xerakirin.

Ji bo ewlehiya sivîlan li giştiyê bajêr paqijkirina teqemeniyan berdewam dike.

Ji bo hewcedariyên gel bên dabînkirin Tirkiye di her qadê de hewla xebatan û alîkariyan dide..

Li Serêkaniyê kargeh û dikan cardin vebûn. Gel di nav aramiyê de danûstandinên xwe dikin.

Nifûsa bajêr her saet zêde dibe, heta niha; 13 hezar jin, 19 hezar mêr û 11 hezar zarok vegeriyan malên xwe.

Di çarçoveya avakirana bajêr de meclisa mehelî hat avakirin. Endamê Meclisa Serêkaniyê Eli Muhammed Seydi got kesên ku ji ber zilma PKKê koç bûnê piştî 8 salan vedigerin.

Ji bo pirsgirêka av û ceyranê were çareserkirin xebatên Tirkiye bênavber berdewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2019, 11:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE