Ji siyasetmedan bigire heta karsazan hesabên Twîtterê yê gelek navdaran ji hêla korsanên komputerê va hatin bidestxistin.
Hesabê Twîtterê yê Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama, Namzedê Serok ê Demokrat Joe Biden, Rêvebirê Payebilind ê Amazonê Jeff Bezos, avakerê Microsoftê Bîll Gates, Rêvebirê Payebilind ê Teslayê Elon Musk, karsazê milyarder Mîchael Bloomberg stranbêj Kanye West û gelek kesên din hatin bidestxistin.
Ji bilî kesên navdar hesabên medyaya civakî yên şirketên mezin wek Apple û Uberê jî hatin bidestxistin.
Li ser van hesabên hatin bidestxistin navnîşaneke anonîm a Bîtcoînê hat dayîn û hat gotin pere bişînin vî hesabî. Hat gotin heke hûn pere bişînin ji bo her 1000 dolarê bê şandin ewê 2 hezar dolar pere paşve bidin.
Piştî vê bûyerê li ser hesabê piştgiriyê ya Twîtterê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Haya me ji vê bûyera ewlehiyê ya ku tesîr li ser hesabên Twîtterê kiriye heye. Em lê dipirsin û ji bo sererast bikin gavan diavêjin. Emê di nav demeke kin da agahiyê bidin her kesî."
Ew peyamên ku li ser van hesaban hatin parvekirin piştî demeke kin jê hatin paqijkirin.