Hesinê li nêzîkî Girê Mirazan hatibû çikandin di çapemeniya dinyayê da bi berfirehî cih girt

Hesinê li nêzîkî Girê Mirazan hatibû çikandin di çapemeniya dinyayê da bi berfirehî cih girt

Washington DC

 Li Şanliurfayê hesinê (monolît) mezin yê ku li nêzîkî Girê Mirazan di zeviyekî da çikandî hatibû dîtin di çapemeniya Amerîka û Ewropayê da bi berfirehî cih girt.

Qasî 20 kîlomêtro dûrî bajêr li taxa Orencîka nêzîkî qada Girê Mirazan di 5ê sibatê da hesinekî mezin di zeviyekê da çikandî hatibû dîtin ku ew balê dikşîne.

- New York Tîmes

Çapemeniya Amerîkayê der barê vê mijarê da gelek nûçe weşand, rojnameya New York Tîmesê (NYT) jî bi serenava"Li Tirkiyeyê monolîtek derket meydanê" va nûçe gihand dinyayê.

Di nûçeyê da hat gotin eskeran dora wê girtiye û diparêzin, di mijdar û çileya pêşîn a 2020î da ewil li eyaleta Utahê û paşê jî eyaleta Calîfornîayê ya Amerîkayê, pişt re jî li Romanyayê hesinên wiha hatine dîtin.

Agahiya li ser monolîtê "Li esman binihêre, hîvê bibîne" nivîsandiye jî hat destnîşankirin.

- Reuters

Ajansa Reutersê der barê nûçeyê da vîdeoyeke taybet amade kir.

Reutersê got li Girê Mirazan a ku di lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire hesinê biraz bala gel dikşîne.

- Associated Press (AP)

Ajansa Associated Pressê (AP) jî sereneva "Monolîta biraz li Tirkiyeyê di herêma Mîratên Dinyayê da derket holê" bi kar anî.

Ajansê daxuyand li welatên din ên dinyayê monolîtên bi vî rengî hatine dîtin.

Gelek televizyon, rojname û malperên înternetê yên wek Fox News, Bloomberg, Washington Post, USA Today û Yahoo Newsê nûçeyên APyê bi kar anîn, bal kişandin nivîsa li ser wê û parastina vî hesinî.

- Çapemeniya Ewropayê

Çapemeniya Ewropayê jî eleqeyeke mezin nîşanî vî hesînî da.

Rojnameya Almanyayê Suddeutsche Zeîtungê bi sernava "Fezayî li Anadoluyê ne" bi kar anî û got hin kes nîqaşan dikin ku ev karê fezayiyan e an na.

Rojnameya Rheinische Postê bi sernava "Monolîta Biraz a li Nêzîkî Girê Mirazan Hat Dîtin" nûçe weşand. Di nûçeyê da hat gotin li ser monolîtê "Li esman binihêre, hîvê bibîne" nivîsandiye.

Kanala televizyonê ya Fransayê CNewsê jî bi sernava "Monolîteke Nû ya Biraz li Tirkiyeyê Derket Meydanê" nûçe weşand û got rayedar lêkolînan dikin.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê Sputnîkê jî di malpera xwe ya Frensî da got li Tirkiyeyê abîdeyeke li ser nivîs heye derket meydanê.

Ji bilî van gelek televizyon, rojname û malperên înternetê yên Ewropayê behsa vî hesinê ku li Girê Mirazan hat dîtin, kirin.

Der barê vî hesînî da lêkolîn dewam dikin, lê serê sibê hat dîtin ku ev hesinê 3 mêtro bilind û mêtroyek jî ber e û li ser "Li esman binihêre, hîvê bibîne" nivîsandî ji cihê wî hatiye rakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE