"Heta ku girtî neyên berdan bi Îsraîlê ra tu lihevkirinek wê çênebe"

Ebbas destnîşan kir ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû berpirsê girtiyên nexweş, jin û zarok ên di girtîgehan da Îsraîl e. Di peyamê da Ebbas bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bila ew ji bo berdana dîlan zorê bidin Îsraîlê.

"Heta ku girtî neyên berdan bi Îsraîlê ra tu lihevkirinek wê çênebe"

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas ji ber Roja Dîl û Hêsîrên Filistînî peyameke nivîskî weşand û ji Îsraîlê xwest ku bila Filistîniyên di girtîgehan da ne berdin.

Ebbas pesnê girtiyan da û ji bo wan got ku ew "egîdên şervanên azadiyê ne" û peyama xwe wiha domand: "Em wê wehda xwe ya ku heta girtîgehên Îsraîlê neyên valakirin, bi tu awayî em peymana aştiyê ya dawîn îmze nakin û vê yekê jî dubare dikin. Em bi tu awayî li hemberî zext û zordariya dixwazin em dev ji egîdên xwe yên dîl û hêsîr û malbatên wan berdin, serî natewînin. Ji bo ku ew bikaribin jiyaneke birûmet bijîn hemû piştevaniya hewce dike emê bidin wan."

Ebbas destnîşan kir ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû berpirsê girtiyên nexweş, jin û zarok ên di girtîgehan da Îsraîl e. Di peyamê da Ebbas bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bila ew ji bo berdana dîlan zorê bidin Îsraîlê. 

Meclisa Neteweyî ya Filistînê di 17ê Nîsana 1974an da wek nîşaneya dilsoziyê ya ji bo welatiyên Filistînê yên di girtîgehên Îsraîlê da biryar da ku bila her 17ê Nîsanê wek roja "Roja Dîl û Hêsîrên Filistînî" bê pîrozkirin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da nêzî 500 girtiyên îdarî û 230 jê zarok, zêdetirî 5 hezarî Filistînî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE