''Hetanî welatên herêmê Îsraîlê wekî dewleteke serbixwe ya Cihûyan nas nekin aştiyê neyê''

''Hetanî welatên herêmê Îsraîlê wekî dewleteke serbixwe ya Cihûyan nas nekin aştiyê neyê''

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê diyar kir ku di teehûdên ewlekariyê yên dan Îsraîlê da guherînek tune û got, "Hetanî welatên herêmê Îsraîlê wekî dewleteke serbixwe ya Cihûyan nas nekin aştiyê neyê."

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê piştî hevdîtina bi Moon Jae-înê Serokê Koreya Başûr ra kir civîna çapmeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.

Bîden bersiv da rexneyên hin Demokratan ên ji bo piştgiriya Amerîka dide Îsraîlê û bi 735 milyon dolarî firotina sîlahan û wiha pê da çû: "Di teehûdên ewlekariyê yên Amerîkayê dane Îsraîlê da guherînek tune. Li herêmê hewcedariya me bi çareseriya dudewletî heye, çareseriya pirsgirêkan bi tenê ev e."

Bîden destnîşan kir ku bi Mehmûd Ebasê Serokê Filistînê ra li ser têlefonê axivî û got ku ji bo ewlekariya li Şerîeya Rojava ew ê piştiriyê bidin wan û wiha axivî: "Wekî mayîn min ji Îsraîliyan ra jî got dibê pevçûnên navcivakî yên li Qudsê bidin sekinandin."

Bîden got ji bo jinûva avakirina Xezeyê paketa aboriyê amade bikin bi dewletên din ra dixebitin û wiha pê da çû: "Hetanî welatên herêmê Îsraîlê wekî dewleteke serbixwe ya Cihûyan nas nekin aştiyê neyê."

- "Ji bo parastina agirbestê dia dikim"

Rojnamevanekî got, "Têkiliya xwe û Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ya hefteya dawîn çito dinirxînî?" li ser vê Bîden wiha bersivand: "Ez li ser axaftinên taybet û mizakereyên bi merivan ra dikim naaxivim. Lêbelê cara din di 56 rojan da ji bo agirbestê li hev kiribûn. Niha ji bo parastina agirbestê dia dikim. Binyamîn Netanyahu soz da min, hetanî niha li ser sozên dabû min sekinî."

Bîden got jiyana Filistîniyên li Şerîeya Rojava ji bo wî girîng e û wiha axivî: "Dibê Ebas wekî serokê gelê Filistînê were naskirin, Hemasa em wekî rêxistina terorê wisa neyê naskirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE