Hevdîtina Çavuşoglu û Pompeo

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ku hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo erênî derbas bû û wiha axivî: "Em mitabiq man ku ji îro şûnda jî ji bo çarserkirina pirsgirêkan bi hevkariya nêz û diyalogê xebatan bidomînin."

Hevdîtina Çavuşoglu û Pompeo

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ku hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo erênî derbas bû û wiha axivî: "Em mitabiq man ku ji îro şûnda jî ji bo çarserkirina pirsgirêkan bi hevkariya nêz û diyalogê xebatan bidomînin."

Çavuşoglu û Pompeo piştî hevdîtina li Sîngapurê daxuyanî dan rojnamevanan.

Çavuşoglu got dibe ku di nêrîna welatan da cudahî hebe, wekî Tirkiyeyê her tim dixebitin ku pirsgirêkan bi diyalog, dîplomasî û mitabaqata dualî va çareser bikin.

Çavuşoglu axaftina xwe wiha domand:

"Me di serî da jî got ku bi zimanê tehdîdkar û zextan va meriv nagihêje encamê. Me îro jî ev dubare kir. Li gor me ev hat fehmkirin. Îro di hevdîtina ku me bi Pompeo ra kir da me li ser rêgeza çareserkirina pirsgirêkan û gavên ku bi hev ra biavêjin nirxand. Di vê mijarê da ez dikarim bêjim ku hevdîtineke erênî bû. Ya rastî meriv nikare di hevdîtinekê da hemû krîz û pirsgirêkan çareser bike. Lêbelê em mitabiq man ku ji îro şûnda jî ji bo çarserkirina pirsgirêkan bi hevkariya nêz û diyalogê xebatan bidomînin. Dema ku em vegeriyan welatên xwe jî em ê xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bidomînin."

Çavuşoglu diyar kir ku di hevdîtinê da ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera herdu welatan da fikr û ramanên xwe parve kirin û gotin ji bo dikarin nexşerêya Minbicê eşkere bikin, komeke xebatên li ser PKKyê ava bikin, di mijara Îdlibê û gelek mijaran da gavan biavêjin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tebax 2018, 15:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE