Hevdîtina di navbera PDK û YNK’ê de

Ji bo avakirina hikûmetê PDK û YNK dîsa li hev civiyan

Hevdîtina di navbera PDK û YNK’ê de

Li Herêma Kurdî ya Bakurê İraqê ji bo hikûmeta kurdan were avakirin nûnerên partiyên pdk û ynk’ê li hewlêrê civiyan. piştî civînê hat ragihandin ku herdu partiyan li ser gelek mijaran li hev kirine.

Nûnerên PDK û YNK’ê ji bo hikûmeta kurdan ava bikin îro li hewlêrê civiyan.

Di civînê de Alîkarê Serokê Giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl jî hebûn.

Sekreterê Giştî yê PDK’ê Fazil Mîranî got, ji bo avakirina hikûmeta nû muzakere baş derbas bûn. Em hêvî dikin heya Newrozê xebat biqedin.

Berdevkê YNK’ê Sadî Pîre jî piştî civînê xeber da û got: di nava çend rojan de wê projeya siyasî ku herdû partiyan li ser li hev kirine, herî dereng piştî 2 hefteyan amade be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Herêma Bakurê İraqê ya Kurdan wê di 18ê Sibata 2019an de parlamento bicive û bi hevkariya PDK û YNK’ê ji bo Kerkûkê Waliyek bê hilbijartin û ji bo rewşa derasayî ya li Kerkûkê bi dawî bibe wê xebat bên kirin.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE