Hevdîtina Kazimî û Barzanî

Serokwezîrê Iraqê Kazimî li Hewlêrê bi Serokwezîrê HKIyê ra li ser êrîşa moşekan hevdîtin kir

Hevdîtina Kazimî û Barzanî

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ji bo têkiliyên fermî hat Hewlêrê û ew û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî  li ser êrîşa moşekên ku duh bişev hatin kirin, sekinîn.

Wezîrê Parastina Iraqê Cuma Inad, Wezîrê Karên Navxweyî Osman el-Ganimî û Misteşarê Ewlehiya Neteweyî Qasim el-Aracî jî bi Serokwezîr Kazimî ra hat û Serokwezîrê HKIyê Barzanî ew li balafirgeha Hewlêrê pêşwazî kirin.

Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê ziyaretê da daxuyanî da û wiha got, "Ji bo ku em li ser êrîşên nemerd ên duh bisekinin û ew xesara li qadên sivîlan bi çavê xwe bibînin, min Serokwezîr Kazimî û wezîrê Iraqî li Hewlêrê pêşwazî kirin. Em bi hev ra mitabiq in ku divê li dijî serweriya Iraqê êrîş rawestin."

Kazimî di çarçoveya ziyareta xwe ya bajêr da bi pêşengê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesût Barzanî ra jî hevdîtin kir.

Tê payîn ku Serokwezîrê Iraqê û heyeta pê ra li herêmên ku rastî êrîşa moşekan hatine û zirar dîtine jî bigere. 

Kazimî duh piştî êrîşa dijî bajêr daxuyanî dabû û wiha gotibû, "Êrîşa dijî bajarê ezîz Hewlêrê û tirsandina şêniyên wê, êrîşa dijî ewlekariya gelê me ye."

Kazimî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ku jê ra gotibû "birayê min", li ser mijarê xeberdabû û wiha gotibû, "Hêzên me yên ewlekariyê dê li ser vê êrîşê lêkolînan bike. Em ê li dijî wan êrîşan bisekinin ku ewlekariya bajarên me û silametiya gelê me dikin armanc."

Yekeya Dije-Terorê ya HKIyê duh daxuyandibû ku ji derveyî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk êrîşî Hewlêrê kirin.

Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê êrîşa moşekan hildabû ser xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE