Hevdîtina li ser Îdlibê ya heyetên Tirk û Rus bi dawî bû

Hevdîtinên heyetên Türkiye û Rûsyayê ku li ser rewşa Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Moskovayê dikin di roja 2yan da bi dawî bû

Hevdîtina li ser Îdlibê ya heyetên Tirk û Rus bi dawî bû

Hevdîtinên heyetên Türkiye û Rûsyayê ku li ser rewşa Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Moskovayê dikin di roja 2yan da bi dawî bû

Dîplomat, rayedarên eskerî û rayedarên îstixbaratê beşdarî civîna di saet 10.00an da li avahiya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê dest pêkirbûn.

Ji heyeta Türkiyeyê ra Sedat Onalê Balyoz ê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Türkiyeyê, ji heyeta Rûsyayê ra jî Sergey Verşîninê Balyoz ê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê û Aleksandr Lavrentyevê Balyoz ê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê seroktiyê dikin.

Heyatên Türkiye û Rûsyayê do li Moskovayê li ser Îdlibê hevdîtin kiribûn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, heyeta Türkiyeyê di civînê da got ku dibê rageşiya li herêmê bi lez were kêmkirin û pêşî lê bibirin ku rewşa însanê zêde xirab nebe.

Wekî mayîn di hevdîtinê da li ser bicîanîna mitebeqata Soçiyê ya li ser Îdlibê û pêşîlêbirîna îxlalan û hildana tevdîran îstişare kiribûn.

Hatibû destnîşankirin ku hevîdtinê îro jî dewam bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE