Hevdîtina Mîrê Qeterê Al Sanî û heyeta Hemasê

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî li paytext Dohayê heyeta Hemasê qebûl kir...

Hevdîtina Mîrê Qeterê Al Sanî û heyeta Hemasê

 Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî li paytext Dohayê heyeta Hemasê qebûl kir.

Li gor nûçeya QNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Qeterê, Mîrê Qeterê Al Sanî heyeta Hemasê li Qesra El-Bahrê ya li Dohayê kir mêvan.

Di hevdîtinê da herdu alî li ser geşedanên dawîn ên li Filistînê sekinîn, Al Sanî ji bo mafên gelê Filistînê û doza wê piştgiriya welatê xwe ya daîmî dubare kir.

Heyeta Hemasê jî spasiya Mîrê Qeterê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê didomîne.

Dîwana Mîrektiya Qeterê der heqê hevîtinê da wêneyeke ku Mîrê Qeterê Al Sanî, Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê yê berê Xalid Meşel, endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Mûsa Ebû Merzûq tê da ne, weşand.

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE