Hevdîtina Serokomar Recep Tayyİp Erdoğan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a di çarçoveya Lûtkeya Libyayê li Berlinê da bi dawî bû.
Hevdîtina li The Ritz-Carlton Hotelê ku bêyî amadebûna çapemeniyê hat kirin, 50 deqîqe ajot.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlüt Çavuşoğlu, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fidan, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê Türkiyeyê û Parlamenterê Ankarayê yê AK Partiyê Emrullah İşler û Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalin di hevdtînê da amade bûn.
AA