Hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerikayê û Serokê Meclisa Iraqê

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo bi têlefonê Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Halbusî ra axivî...

Hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerikayê û Serokê Meclisa Iraqê

 Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo bi têlefonê Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Halbusî ra axivî.

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê daxuyaniya nivîskî da û got ku Pompeo û Halbusî di axaftinê da li ser mijarên ewlehî û îstiqrara Iraqê sekinîn. 

Nauertê diyar kir ku Pompeo ji ber ku vê hefteyê dest bi wezîfeya Serokatiya Meclisa Iraqê kir, Halbusî pîroz kir û wiha got: "Wezîr diyar kir ku Amerîka wê piştgiriya xwe ya ji bo ewlehî, serkeftin û lêgerîna îstiqrarê ya Iraqê bidomîne. Wezîr li ser heyamên dijwar ên ku Iraq tê da ye sekinî û got ku di van heyaman da yekparetiya axê û azadî girîng e. Wek mayîn Wezîr got ku ew piştgiriyê didin xebatên avakirina hikûmetê ku ev hikûmet pêdiviyên gelê Iraqê di çarçoveya maqûl, neteweperwerî û makezonê da bi cih bîne."

Li Iraqê di 12ê gulanê da hilbijartina giştî hat kirin û piştî hilbijartinê lihevnekirinên siyasî rû dan û loma jî hikûmet hê ava nebûye.AA

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 15:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE