Hevdîtinên hikûmet û mixalefetê

Serokê Dewletê Maduro li Caracasa paytextê Venezuelayê li Qesra Serokatiya Dewletê ya Mirafloresê daxuyanî da Xinhuaya ajansa fermî ya Çînê.

Hevdîtinên hikûmet û mixalefetê

Piştî ku Amerîkayê dest da ser mal û milkên Venezuelayê Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaidoyê ku xwe li welêt weke serokê dewletê yê berwext îlan kir, piştgirî da destdanîna ser mal û milkên welatê wî. Piştî vê bi mixalefetê ra hevdîtin hatin kirin, lê paşê ev hevdîtin dan sekinandin. Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro jî got dibe ku hevdîtin cardin dest pê bikin. 

Serokê Dewletê Maduro li Caracasa paytextê Venezuelayê li Qesra Serokatiya Dewletê ya Mirafloresê daxuyanî da Xinhuaya ajansa fermî ya Çînê.

Maduro der heqê hevdîtinên ku bi navbeynkariya Norvecê bi mixalefetê ra dikirin, lê paşê sekinîn da wiha got: "Me bi hikûmeta Norvecê ra têkilî danî, gelek civîn hatin kirin û me bi nûnerên mixalefeta Venezuelayê ra jî cardin têkilî danî."

Maduro der heqê hevdîtinên ku li Barbadosê tên kirin da got ku di demeke nêz da xeberên baş wê derkevin û wiha dewam kir: "Min teklîf kir ku hevdîtin timî bidomin û seba aştiyê bira maseyeke mizakereyê ya mayînde çêbibe."

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE