Hevpeymana Ereb a li Yemenê: Li Sanayê me depoyên çekan ên Hûsiyan ji navê birin

Hevpeymana Ereb a li Yemenê: Li Sanayê me depoyên çekan ên Hûsiyan ji navê birin

Li Yemenê hêzên hevpeymanê yên bi serkêşiya Erebistana Siûdî eşkere kirin, wan li paytext Sanayê depoyên çekan ên Hûsiyên Îran piştgiryê dike yên li Dibistana Parastina Asîmanî, ji navê birin.

Di daxuyaniya nivîskî ya hevpeymanê da wiha hat gotin, "Li Sanayê me depoyên çekan ên li Dibistana Parastina Asîmanî ji navê birin. Em ê her cure fealiyetên veguhestin û livandina çekan ji navê bibin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, tedbîrên pêwîst hatin wergirtin ku sivîl û cîwarên sivîlan zirarê nebînin.

Hêzên hevpeymanê di daxuyaniya xwe ya nîvê şevê da ragihandibûn ku li dijî paytext Sanayê êrîşa asîmanî hat destpêkirin ku milîsên Hûsî yên Îran piştê dike, çekan veneguhêzin.

Di daxuyaniya li ser ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî SPAyê da jî hatibû destnîşankirin, li Sanaya ku ji Îlona 2014an vir va di kontrola Hûsiyan da ye, hat tesbîtkirin ku ji ciyekî bo ciyekî din çek tên veguhestin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, êrîşa asîmanî hat destpêkirin da ku veghestina navborî were astengkirin. Her wisa bang li sivîlan jî hat kirin ku nêzîkî Dibistana Parastina Asîmanî nebin.

Di daxuyaniyê da hatibû balkişandin, êrîşên asîmanî yên navborî li gorî hiqûq û teamulên mafên mirovan ên navneteweyî ne.

Hûsiyan li ser mijarê hê daxuyanî nedane.

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tuneye, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe.

Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE