Hevserokê YNKê Bafil Talebanî bi Kovîd-19ê ket

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî bi Kovîd-19ê ket

 Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ket.

Talebanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de wiha got, "Beriya her tiştî hêviya rojên bi tendirust ji her kesî re dixwazim û radigihînim ku ez bi vîrusa koronayê ketime."

Hevserokê YNKê Talebanî destnîşan kir ku rewşa tendirustiya wî baş e û weke her kesî xwe xistiye karantînayê û pabendê rênimayên tendirustiyê ye.

Hevserokê din ê YNKê Lahor Şêx Cengî Talebanî jî 11ê tebaxê ragihandibû ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derketiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE