Hewla Amerîkayê ya ji bo Îxwanê hilde lîsteya "rêxistinên terorê"

Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan): "Di serî da bi alîkariya Xwedê û piştra jî bi hevkariya gelên derûdorên me, em ê xebatên xwe yên aştiyane bi rêya xwe ya navîn em ê bidomînin"

Hewla Amerîkayê ya ji bo Îxwanê hilde lîsteya "rêxistinên terorê"

Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) li ser daxuyaniya rêveberiya Amerîkayê ya ku ew ê Îxwanê hildine lîsteya 'rêxistinên terorê yên biyanî' bersiv da Amerîkayê.

Teşkîlata Birayên Misilman der barê mijarê da ji ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand. Îxwanê di daxuyaniyê xwe da polîtikayên Amerîkayê rexne kir û wiha hat gotin:

"Di serî da bi alîkariya Xwedê û piştra jî bi hevkariya gelên derûdorên me, em ê xebatên xwe yên aştiyane bi rêya xwe ya navîn em ê bidomînin. Bi vê daxuyaniyê hedefa wan çi ye, em nizanin. Çi be jî bila bibe. Lê kesên di vê pevajoyê da cî girtine, ji wan hin kes, bertekên ku wê ji bo vê biryarê bên nîşan dan baş dizanin."

Alîkarê Serokê Konseya Rêbertiya Îxwanê Îbrahîm Munîr sala 2016an meha sibatê daxuyaniyek dabû nûçegihanê AAyê û wiha gotibû: "Li Amerîkayê hin senator ji bo ku me hildin lîsteya rêxistinên terorê pêşnûmayekê amade dikin. Em naxwazin biryareke wiha bê dayîn. Biyareke wiha bê dayîn jî tirsa me ji tu kesî jî tuneye."

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê duh daxuyaniyek dabû û wiha axivîbû: "Serok Trump bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî ra ligel hin serokên dewletên li herêmê îstîşare kir. Pêvajoya (Îxwanê) ya ji bo hildina lîsteya 'rêxistinên terorê' dewam dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE