Hewla derbasbûna eniya Îdlibê ya rejima Esed berhewa bû

Li gor gahiyên ji çavkaniyên mixalifên eskerî hatin sitandin hêzên rejimê hewl dan ku têkevin Hewîce û Bedriyeya gundên Hemayê yên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê û Ketebe û Mehcûreya gundên li başûrê rojavayê Îdlibê.

Hewla derbasbûna eniya Îdlibê ya rejima Esed berhewa bû

Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê hewl da ku têkeve hin ciyên li xeta komên mixalif kontrol dikin ên li Îdliba Herêma Kêmkirina rageşiyê. Piştî pevçûnên zêde hêzên rejimê vekişiyan.

Li gor gahiyên ji çavkaniyên mixalifên eskerî hatin sitandin hêzên rejimê hewl dan ku têkevin Hewîce û Bedriyeya gundên Hemayê yên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê û Ketebe û Mehcûreya gundên li başûrê rojavayê Îdlibê.

Piştî ku mixalifên eskerî û komên çekdar ên li dijî rejimê bersiv dan hêzên rejimê gelek endamên xwe dan der û vekişiyan.

Rejima Esed û piştgirên wê car caran ji bo herêman bi dest bixin êrîşî Îdlibê dikin. Ji ber bombebarana li ser herêmên qerebalixî lê dijî di meh û neveke dawîn da kêmzêde 90 hezr sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin.

Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlona 2018an da mitebeqat îmze kiribûn ji wê rojê hetanî nika li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê di êrîşên Rûsyayê û rejimê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Hejmara kesên ji herêmên lê êrîş hene koçî ciyên li nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin jî ji milyonekî derbas bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE