Hewlêrê di 6 mehan de 95 milyon warêl petrol îxrac kir

Herêma Kurdistana Iraqê bi xetên boriyan û tankeran va di 6 mehan de 95 milyon warêl neft îxrac kir û ji vê firotinê 3 milyar û 853 milyon dolar pere qezenc kir.

Hewlêrê di 6 mehan de 95 milyon warêl petrol îxrac kir

Hat ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê bi xetên boriyan û tankeran va di 6 mehan de 95 milyon warêl neft îxrac kir. Li gor agahiyan bihayê nefta hat îxrackirin bi qasî 3 milyar û 853 milyon dolar e.

Ev demek bû li herêmê hin partiyên mixalif rêveberiya Hewlêrê di firotina neftê da bi dizî û gendeliyê sûcdar dikir. Deloîtteya şirketa venêrîn û şewirmendiyê ya Amerîkayî li ser daxwaza rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê lêkolîn kir û raporeke şefafiyê amade kir.

Li gor daneyên raporê Herêma Kurdistana Iraqê bi xetên boriyan û tankeran va di 6 mehan de 95 milyon warêl neft îxrac kir û ji vê firotinê 3 milyar û 853 milyon dolar pere qezenc kir.

Di raporê de hat gotin ku Herêma Kurdistanê di navbera 1ê hezîran û 31ê kanûnê da ji ser Tirkiyeyê ra bi xeta boriyan 90 milyon, bi tankeran jî 5 milyon warêl neft îxrac kiriye.

Di raporê da hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê ji îxraca bi xeta boriyan hatiye kirin 3 milyar û 648 milyon dolar û bi ya tankeran hatiye kirin jî 205 milyon dolar pere qezenc kiriye.

Di raporê da hat gotin ku ji bo warêleke ku ji ser xeta boriyan ra hatiye firotin 44 dolar û ji bo warêla bi tankerê hatiye firotin jî 39 dolar biha hatiye dayîn.

Şirketa Deloîtteyê got ku di mijara îxrackirina neftê da di navbera raporên ku bi destê Herêma Kurdistanê ji raya gel ra hatine eşkere kirin û yên wan de tu îxtilaf nehatiye tespîtkirin.

AA 

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE