Efrîn, bi Zeytûn û fêkiyên xwe tê zanîn. Yek ji wan fêkiyan jî xox ango şeftalî ye. Cotkarên efrînî niha xoxan berhev dikin.
Gelek bela bi serê wan de hatin…
Mal û warên wan talan bûn…
Lê niha welatê wan Çiyayê Kurmênc aram e…
Gelê Efrîne piştî ku bajar ji terorê rizgar bû, vegeriya ser axa xwe û xwedî li bax û baxçeyên xwe derket.
Niha jî xoxên xwe berhev dike.
Bi gelek zahmetî berên xwe didin hev û dixin sêlikan.
Lê cotkarên Efrînî ji helwesta rejîmê gilî dikin dibêjin “Rejîm di gumrikê de baceke zêde digre”.