Nûnera Daimî ya Amerikayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft û Nûnerê Taybet ji bo Karûbarê Sûriyeyê James Jaffrey dê werin Türkiyeyê.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Craft û Jeffreyê ku dê îşev werin, di hevdîtinên xwe yên li Ankarayê da dê ligel peywirdarên Tirk li ser mijarên têkildarê Sûriyeyê biaxivin.
Herwiha tê pêşbînîkirin heyeta Amerikayê ji xeynî hevdîtinên navborî, ligel nûnerên NY û saziyên civaka sivîl jî werin cem hev. Tê texmînkirin ku di van hevdîtinan da jî qeyrana mirovî ya li Sûriyeyê ya ji ber êrîşên rejimê were gotûbêjkirin.
AA