Heyeta Amerîkayê tê Tirkiyeyê

Heyet wê sibê bi rayedarên Wezaretên Karên Derva, Edalet û Karên Navxweyî ra hevdîtinan bike

Heyeta Amerîkayê tê Tirkiyeyê

Heyeta Amerîkayê ya ku wê were Tirkiyeyê, wê bi rayedarên Wezaretên Karên Derva, Edalet û Karên Navxweyî ra hevdîtinê bikin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, rayedarên FBIyê jî di nav da heyeteke Amerîkayê tê Tirkiyeyê.

Heyet wê sibê bi rayedarên Wezaretên Karên Derva, Edalet û Karên Navxweyî ra hevdîtinan bike.

Di hevdîtinan da wê li ser lêpirsînên dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bisekinin, lêpirsînên ku li Amerîkayê ser FETO tên kirin wê were rojevê. Tê payîn ku heyeta Amerîkayê di vê mijarê da agahiyê bide rayedarên Tirk.

Heyet wê hevdîtinên xwe di 4ê rêbendanê da jî bike.

Wezîrê Edalatê Abdulhamît Gul hefteya çûyî daxuyanî dabû û gotibû ku rayedarên Amerîkayî wê werin Tirkiyeyê û ragihandibû ku di çarçoveya alîkariya edlî da têkilî wê werin danîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE