Heyeta Amerîkayê wê Türkiyeyê ziyaret bike

Heyeta Amerîkayê ji bo ku di mijara ewlehiya balafirgeha Kabulê da hevdîtinan bike wê Tirkiyeyê ziyaret bike

Heyeta Amerîkayê wê Türkiyeyê ziyaret bike

Heyeteke ku ji rayedarên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pêk tê ji bo ku li ser mijara ewlehiya Balafirgeha Hemîd Karzaî ya li Kabula paytextê Efxanistanê hevdîtinê bike dê Tirkiyeyê ziyaret bike.

Serpel Rob Lodewîckê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Vê hefteyê heyeteke ku ji rayedarên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pêk tê ji bo ku li se rmijara ewlehiya balafirgeha Kabulê ya Efxanistanê hevdîtin bike dê biçe Tirkiyeyê."

Lodewîck der barê hûrgiliyên hevdîtinê da agahî nedan û Orgeneral Mark Mîlleyê Sererkanê Amerîkayê di rûniştineke der barê budçeya parastinê ya 2022yan a di Kpmîteya Hêzên Çekdar a Meclisa Nûneran a Amerîkayê da daxuyanî dan û got ku hê peymaneke nivîskî tune lêbelê hevdîtinan pêş xistin.

Mîlley got ku "Vê hefteyê (bi Tirkiyeyê ra) civîneke me heye. Bawerim hema bêje parçeya dawîn a peymanê maye. Ez naxwazim ku li ser navê Tirkiyeyê biaxivim û naxwazim ku pêşî da encama peymaneke nihaî bidim lêbelê ez di mijara ku dê ewlehiya balafirgeha Kabulê bê pêkanîn da pêbawer im."

Tirkiye di çarçoveya Mîsyona Piştgiriya Biryardar a NATOyêda ev 6 sal in peywira xebitandina Balafirgeha Hemîd Karzaî ya Kabulê ya li Efxanistanê didomîne.

Di hevdîtina Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di dema Lûtkeya NATOyê da mijara ewlehiya balafirgeha Kabulê jî hatibû rojevê.

Serokomar Erdogan di civîna çapemeniyê ya ku li NATOyê li dar xist da gotibû ku niyeta Tirkiyeyê ya ku dikare li wir bimîne ragihand hempîşeyê xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE