Heyeta Îngilîz li Efxanistanê bi Talibanê ra hevdîtin kir

Heyeta Îngilîz li Efxanistanê bi Talibanê ra hevdîtin kir

Simon Gassê Nûnerê Bilind ê Berpirsê Heyama Derbasbûnê ya Efxanistanê Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson û Martin Longdenê meslehatguzarê mîsyona Efxanistanê ya li Dohayê yê Îngiltereyê ji bo hevdîtina bi Talibanê ra çûn Efxanistanê.

Berdevkekî ji hikûmeta Îngiltereyê got ku Gass û Longden bi Emirxan Muteqiyê Wekîlê Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta berwext a Talibanê ya li Efxanistanê, avakarê Talibanê Mela Ebdilxanî Bîrader û Mewlewî Ebdil Selam Hanefiyê ji pêşîkêşên Talibanê yek e ra hatin bal hev.

Berdevk destnîşan kir ku di hevdîtinê da Gass û Longden bi endamên Talibanê ra dema axivîn qala ku Îngiltere ji bo çareseriya qeyrana mirovahî ya li Efxanistanê dikare çi bike û çawa alîkariyê bide, kirin ji bo welêt nebe navenda terorê jî qisawetên xwe parve kirin û xwestin ku bila ji bo kesên dixwazin welêt terk bikin derbasbûyîn bi hêsanî bê kirin.

Di hevdîtinê da li ser muemeleya hemberî kêmneteweyan hat sekinîn, mafên jin û zarokên qîzîn jî di rojevê da cî girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE