Heyeta RTDyê wê vê hefteyê here Çînê ku li ser çavkaniya Kovîd-19ê lêkolînê bike

Hat ragihandin pisporên ji Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ji bo ku li ser çavkaniya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) lêkolînê bikin wê roja pêncşemê herin Çînê.

Komisyona Tenduristiyê ya Çînê der barê heyeta RTDyê ya ku wê bêne Çînê da daxuyand weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin heyeteke ji RTDyê ji bo ku li ser çavkaniya vîrusa koronayê ya nû lêkolînê bike wê di 14ê çileya paşîn da bê Çînê û ewê bi doxtorên Çînî va hevdîtinê bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Çînê Hua Êunyîng di 6ê çileya paşîn da daxuyandibû ji bo çavkaniya Kovîd-19ê bê lêkolînkirin ew bi RTDyê ra şêwrê dikin.

Dîrektorê Giştî yê RTDyê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus di 5ê çileya paşîn da der barê zanyarên navneteweyî wê herin Çînê da wiha daxuyandibû: "Em hînbûn ku rayedarên Çînî destûra vîzeyê ya heyeta ku wê here Çînê hê temam nekiriye. Du kesên ji heyetê çûne Çînê, yên mayî jî di keliya dawîn da nikarin herin ku ez ji ber vê nûçeyê xeyalşikestî bûm."

Dîrektorê Bernameyên Rewşa Acil a RTDyê Mîke Ryan jî gotibû ji ber pirsgirêka vîzeyê heyeta zanyaran a RTDyê heyet neçû Çînê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE