Hezaza li Endonezyayê: hejmara miriyan zêde dibe

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afata Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyand hejmara kesên ku di hezaza kana zêr a li gundê Bakanê da mirin gihişt 16an.

Hezaza li Endonezyayê: hejmara miriyan zêde dibe

Li Sulawesiya Bakur a eyaleta Endonezyayê hejmara kesên di hezaza kana madenê ya ku di 26ê sibatê da çêbûbû da mirin derket 16an.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afata Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyand hejmara kesên ku di hezaza kana zêr a li gundê Bakanê da mirin gihişt 16an.

Nugroho got hejmara kesên sax hatin xilaskirin jî 18 ye û anî ziman ji ber ku baş nayê zanîn di bin axê da çend kes hene ew ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.

Rayedaran got cesedên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin teslîmî malbatên wan kirin.

Hat ragihandin xebatên lêgerîn û xilaskirinê wê heta 11ê Adarê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE