Li herêma Kyuşu ya başûrê Rojhilatê Japonyayê di hezaz û lehiyên qewimîn da hejmara kesên can dan gihîşt 63an.
Li gor ajansa Kyodoyê herêma Kyuşuyê jî di nav da li 10 eyaletên curbecur ava 92 çem û cobaran rabû.
Ji ber lehiyê pire xerabûn, dar ji koka xwe bûn, rê tepiyan û bi hezaran xanî jî di bin avê da man.
Kumamotoya eyaleta Kyuşuyê di serî da li hemû eyaletan 63 kes di lehî û hezazên qewimîn da mirin.
Li gor Ajansa Rêvebirina Afad û Şewatê (FDMA) heta niha ji bo tehliyekirina milyonek û 300 hezar kesên li Kyuşuyê dijîn banga tehliyeyê hat kirin.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku li herêmê wê tavî dewam bike û di hişyariya xwe da xwest ku bila tewdîrên hewce dikin bên hildan.AA