Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) li Suriyeyê destê alîkariyê dirêjî malbata ku di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên dijî Îdlibê da zarokekî wan birîndar bû û bi 9 zarokên xwe va bêmal ma û mecbûr ma ku di konê da bijîn, kir.
Li bajarê Îdlibê ku rejima Esed û Rûsya herêmên cî û warên sivîlan hedef digire bi hezaran mirov bêmal man, bi hezaran jî di bin şert û mercên dijwar da li konbajêran têkoşîna jiyanê didin.
Feriye Tahaya dayika 9 zarokan li Îdlibê ji êrîşên dijî sivîlan reviya û xwe sipart kampên belavela yên li çolwarê Ezaza li sînorê Tirkiyeyê.
Feriye Tahaya ku di êrîşê da zarokekî wê birîndar bû û mecbûr e bê emeliyatkirin, yê din jî ker û lal e êşên di vê pêvajoyê da bi nûçegihanê AAyê a parve kir.
Tahayê behs kir ku hevserê wê li Îdlibê bi destê hêzên rejima Esed hatiye ragrtin ev 6 meh e ji bavê zarokên xwe tu xeber hilnedaye û nizane ka sax e yan mirî ye.
Feriye Tahaya ku zarokên wê bê bav û bê mal man li konê bi cî bû û qal kir ku bi zarokên xwe ra demên gelekî dijwar derbas kir.
- ÎHHyê alîkariya malbatê kir
Ekîbên ÎHHyê ji rewşa Feriyeyê û malbata wê agahdar bûn û destê alîkariyê dirêjî malbatê kir.
Weqfa Alîkariya Mirovî ya ÎHHyê malbat ji konbajêr derxist û li navenda navçeya Ezazê li maleke bibaxçe ya 4 odeyî bi cî kir û kirêya salekê, av û ceyran jî hilda ser xwe.
Feriye Taha û zarokên wê yên ku li mala xwe ya nû bi cî bûn demên xweş derbas kirin û ji bo bexişkeran dia kirin.
AA