ÎHHyê li Hewlêrê alîkarî da 100 malbatên ku lehiyê bandor li wan kir

ÎHHyê li Hewlêrê alîkarî da 100 malbatên ku lehiyê bandor li wan kir

Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanî (ÎHH), li bajarê Hewlêrê yê Iraqê alîkarî li 100 malbatan belav kir ku lehiya hefteya çûyî bandor li wan kir.

Personelê ÎHHyê Mahmut Yaşar di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li herêma Daratûyê ya Hewlêrê wan wekî pêwîstiyên sereke betanî, nivîn û balgî dan malbatên ku lehiyê tesîr li wan kir.

Yaşar wiha axivî, "Em ê alîkariyê bidin bi qasî 100 malbatî. Ji xeynî vê em digel ekîba xwe ya bilez va xebatên tesbîta xesarê didomînin. Piştî van tesbîtan em ê dîsa alîkariyê bidin vê derê."

Ji malbatên ku lehiyê tesîr li wan kir, Esengul Akdoganê diyar kir ku ew bi eslê xwe Entabî ne û ev 12 sal e ew li Hewlêrê dijîn.

Akdoganê got, şeva lehiyê dema ew hişyar bûn, wan dît ku kolan tijî av bûye û erebeya wan jî di ro da çûye.

Akdoganê destnîşan kir, dilê wan niha bi wê yekê germ e ku lehiyê zirar neda xaniyê wan û wiha dewam kir, "Însan pir di tengasiyê da ne. Lewma em dixwazin ku peywirdar dengê me bibihîzin."

Ebdulhemîd Emînê 65 salî ku lehiyê tesîr lê kir jî wiha axivî, "Gava ez bi şev hişyar bûm, min dît ku lehî hatiye heta hewşa me. Min hew pasaport û nasnameya xwe xilas kir. Newalên ku li herêmê hatin tijîkirin, bûn sedem ku lehî zirarê bide xaniyan."

Li Hewlêrê di 17ê Berfanbarê da bi barîna barana zêde, lehî rabûbû û di encamê da 12 kes miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE