Hikûmeta Filistînê wê beşdarî Civîna Xazê ya Behra Spî bibe

Hikûmeta Filistînê biryar da ku beşdarî Civîna Xazê ya Behra Spî ya ku bi mazuwaniya Misirê wê bê lidarxistin bibe.

Hikûmeta Filistînê wê beşdarî Civîna Xazê ya Behra Spî bibe

Hikûmeta Filistînê biryar da ku beşdarî Civîna Xazê ya Behra Spî ya ku bi mazuwaniya Misirê wê bê lidarxistin bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya hikûmetê da hat gotin ji bo ku ew beşdarî Foruma ku di Çileya Paşîn a  2019an da hatiye avakirin bibin wan agahî daye Serokê Dewletê Mehmûd Ebas.

Filistîn li qeraxên Xezeyê xwedî qadeke xazê ye ku ev di sala 2000î da hat dîtin û şirketa neftê ya Îngiltereyê tespît kir ku 32 milyar mêtrokupî ye.

Îsraîl rê li ber Filistînê digire ku ew xazê îxrac neke.

Qada xazê 36 kîlomêtro dûrî qeraxa Xezeyê ye û 600 mêtro di binê behrê da ye. Keştiyên Îsraîlê dora wê dorpêç kirine.

Foruma Xazê bi mazuwaniya Misirê di Çileya Paşîn a 2019an da hatibû avakirin. Wezîrê Vejeneê yên Yewnanistan, Qibrîsa Başûr a aliyê Rûman, Îsraîl, Misir û Urdunê beşdarî vê civînê bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE